Lotikxane |
Abdullah
El Kurdî
Ga dimre çerm dimîne, mêr dimre nav dimîne |
Wey aferîn, Nadine El Bedair doza 4 xiyaran kir!
Hûn zanin, di dînê îslamê de anîna 4 jinan caîz e, helal e û hetta hinek doxînsist zêdeyî 4 jinan jî tînin. Lê di îslamê de behsa jinan û anîna çar zilaman nayê kirin ji ber ku piranîya ol û dînên dinyayî di xizmeta zilaman de ne, li gora kêfa wan xizmetê dikin.
Werhasil, rojnamevana Siûdî Erebistanê Nadine El Bedair, di rojnama Misrî ya „El Msari El yawm“ de nivîsek balkêş weşand, da bin dûvê zilamên Ereb û ola îslamê rexne kir.
Nadine El Bedair, di gotara xwe de behsa zewacê dike, anîna 4 jinan rexne dike û wî mafî ji jinan re jî dixwaze. Nadine El Bedair, dixwaze ku heman maf ji bo jinan jî derbas bibe û jin jî karibin bi 4 zilaman re bizewicin, bibin jina 4 qiraseyan.
Ê helbet canim, ma zilam can in jin bacan in? Ma demokrasî û wekhevî ev e? Çima wê zilam çar bacanên şiklo miklo bixwin, lê wê rebenê jinan bi xiyarekî îdare bikin, ma ev edalet e babam?
Axir, Nadine El Bedair dixwaze ku jin jî karibin bibin xwedîyê mafê anîna çar zilaman, her şev xiyarekî biqeşêrin û li gora dilê xwe bixwin. Çi di nav cacîqê de û çi jî di nav seletê de, wan xiyaran li gora dilê xwe virde wêde bihejînin.
Li gora min ev daxwaza Nadine El Bedair, daxwazek maqûl û şertek ji şertên demokrasî û hewhevîyê ye. Madem em zilam karin 4 jinan bînin, çima wê jin nikaribin bi çar zilaman re bizewicin kaka?
Werhasilî kelam, li ser vê sosretê, siyasetmedar, oldar û qûnekên Misrî rabûne ser tapana û helwesta Nadine El Bedair xanimê şermezar dikin, qûna wê dax didin. Ereb bawerin ku daxwaza Nadine El Bedair xanim daxwazek şeytanî ye, wê civaka Ereb qûnek bike û bi vê daxwazê wê keç û jinên wan doza anîna çar xiyaran li wan bikin. Wê ev jî bibe sedema rabûna tofan û ba û bahozê û wê Ereb mecbûr bimînin ku dest bi îtxalata xiyaran bikin.
Ez serê we bêşînim, Nadine El Bedair xanim doza çar xiyaran dike û dixwaze ku jin jî karibin bibin jina çar zilaman. Ez wek Hecî Abdullah El Kurdî, vê lotika Nadine El Bedair maqûl dibînin. Hetta ez dibêjim ne tenê çar, bela jin û mêr karibin bi 365 kesan re bizewicin û her şev bidin lotik û zîtirkan.
Êêêêê, hûn dibêjin çi gelî xwendevanan? Bela jin bi çar xiyaran re bizewicin yan na?
Yan jin ji Eyşika Ereb in gelo?
20.12.2009- Qahîre
The Jerusalem Post lotikek li Tirkan xist
Abdullah El Kurdî- 13/10/09- Telavîv- Kurd û Filistînî di navbera Tirk û Israîlîyan de bûne wek goka nav lingê Maradona. Herdu alî jî van herdu milletan wek „qoz“ li himberî hev bi kar tînin û tirrê ji hev berdidin.
Dibêjin niha dîsa navbera Tirkiye û Israîlê xirab bûye û ha ha zimandirêjîya hev dikin, dek û dolaban li serê hev digerînin. Tirk qaşo xwe wek parêzerên Filistînîyan dibînin û dixwazin bi vî awayî tawîzan ji Israîlê bistînin û Erebên qûnreş ji xwe re bikin dost. Lê di esasê xwe de ev helwest ji durûtîya siyasetê pêve ne tu gû ye û cîgerim Tirkler jî vê siyasetê xweş bi kar tînin.
Axir, niha jî dor hatiye
Israîlîyan. Israîlî jî çi cara ku cîh li wan teng dibe, hew we dît
Kurd hatin bîra wan û Kurd wek „qoz“ li himber Tirkan bi kar anîn. Êêêêêê, çawa
be rebenê Kurdan xwelîliser û sersarê doza xwe ne. Kî wan bi kar tîne, kî wan
dikin qoz tew ne xema wan e.
Werhasilî kelam, rojnama The Jerusalem Post vê carê jî Kurd ji xwe re kirin „Joker“ û pê lotikek li Tirkan xist. The Jerusalem Post, di nivîsa xwe de miqayesa şerê Israîl-Filistîn û Tirkiye û Kurdan dike û dibê:“Ûlan oxlim, hûn dibêjin Israîlê li Gazayê Filistînî kujtin, ma we di êrîşên başûrê Kurdistanê de hindik Kurd û PKKî kujtin qebrax? Çima hûn behsa xwe û kujtina Kurdan nakin lê we Filistînî kiriye benîştê devê xwe ha“ filan û fîstan.
The Jerusalem Post, îddîa dike ku Tirkan di êrîşên ser PKK de „ ji Filistînîyên ku Israîlê li Gazayê kujtine“ zêdetir Kurdên misilman kujtine û Erdogan bi navê îslam û misilmantîyê siyasetek durû û kirêt dimeşîne. The Jerusalem Post, herweha îddîa dike ku delîlên mezin di destê Israîlê de hene ku di wan êrîşên başûrê Kurdistanê de ne tenê pez û dewar, lê bê hejmar Kurdên misilman jî bi destê Tirkan hatine qetilkirin.
Erêêêê erêêêêê…. Çi dinyayek derewîn û çi siyasetek qirêj tê meşandin law. Herkes ji bo berjewendîyên xwe van herdu milletên xwelîliser (Kurd û Filistînî) bi kar tînin û li ser pişta wan diçêrin.
Em bêjin „qeder“ e yan gûyekî din e nizanim, lê bi serê mam Celal û Yaser Arafat kim heta Kurd û Filistînî ev xwelîliser bin, heta ev qumaş bin, wê xelk li wan jî siwarên û tiliyan jî bavêjin bin qûna wan û hûn sax….
Komela Berazên Dinyayê S.Erebistan da mehkemê
Abdullah El Kurdî- 21/09/09- Mekke- Hûn zanin, hinek misilmanên sexte hene ku naûzûbîllah, derdê wan nayê kişandin. Ev bêbav ola îslamê ji xwe re wek lastîkê virde wêde dikşînin û li gora berjewendîyên xwe bi kar tînin. Bi taybet Tirk û Ereb di lastîkkirina ola îslamê de pispor in.
Werhasil, mesela me li ser şewba berazan û şehadetê bû.
Hûn zanin ku beraz di ola îslamê de heram e. Ne goştê wî tê xwarin û ne jî kesek wêre xwe nêzîkî wî heywanê xwedê bike. Beraz di çavê hinek misilmanan de wek şeytanê duyemîn e, ewqasî ku jê aciz in. Halbûkî berazê reben li talanê kesekî nexistiye, welatê kesekî dagîr nekiriye û baznedaye ser namûsa kesekî jî. Lê çima jê aciz in kesek nizane.
Axir…
Hûn zanin ku vê dema dawîyê „şewba berazan“ derket holê yan jî derxistin holê. Eynen wek AÎDS ê, wek „şewba mirîşkan“ û wek „nexweşîya golikên dîn“. Her serê demakê we dît şewbek yan nexweşîyek derxistin holê û reqabet û berberîya firotina goşt dest pê kir.
Dibêjin xwedêgiravî heta niha li seranserê dinyayê nêzîkî 3 hezar kesî ji ber şewba berazan mirine û tirr ji wan hatiye berdan. Lê beraz jî tola xwe hiltînin haaaaa, bi ellawekîl çawa ku misilmanan ew herimandiye, berazan jî wilo berê xwe daye nav welatê Erebên bêderpî û qûş li wan qetandiye. Tew Siûdî Erebistan ji tirsa şewba berazan bê rûdank (maske) nikarin di ber jinên xwe de jî razên. Tirsa melkemot jî ne wilo ye ellawekîl.
Werhasil, qûnbigûyên Erebên Siûdî Erebistanê dîtin ku bnikarin bi berazan û şewba wan re derkevin serî, rabûn fitûyek ji xwe re dîtin. Misteşarê Dîwana Şahê Siûdiyê Şêx Abdul Muhsin Abîkan, di derbarê kesên ku bi şewba Berazan dikevin de daxuyaniyek qirase da û fitû derxist.
Şêx Abdul Muhsin Abîkan, bi sê telaqên jinberdanê sûnd xwar û got:“Jina min ji min berdayî be, ez bi doxîna jina xwe kim, kesê ku ji ber şewba berazan bimre şehîd e“ filan û fîstan. Çima şehîd in? Xwedêgiravî Hz. Mihemed gotiye:“Kesên ku bi nexweşîya Taûn (nexweşîya ku ji çêlek û şîrê çêlekan çêdibe) bimirin, ew jî şehîd tên hesêb“. Şêx Abdul Muhsin Abîkan jî xwe dispêre vê hedîsê û kesên ku ji ber nexweşîya berazan bimrin şehîd hesab dike.
De ji xwe re li sextekarîyê binerin lo. Hey himmar ibin himmar, ma law çêlek li kuuuuu û beraz li ku ha? Ma Hz. Pêxember bîra berazan nedibir ibnî? Ma wê negota „kesên bi nexweşîya berazan bimrin şehîd in“ hey kafir! Hem hûnê berazan biherimînin, goştê wan heram bikin û hem jî hûnê kesên ku bi nexweşîya wan bimrin şehîd êlan bikin. Ma ev ne sextekarî be çiye ey ixwanil mislimîn!?
Werhasilî kelam, piştî fitûya Şêx Abdul Muhsin Abîkan, Serokê Komela Berazên Dinyayê Berazê Pozmezin, rabû gilîyê Siûdî Erebistanê û Şêx Abdul Muhsin Abîkan li ba Dadgeha Mafê Heywanan kir û ew dan mehkemê.
Berazê Pozmezin dibêje:“Ez bi serê xwe û we kim, misilmanên ku bi şewba berazan bimrin qetîyen ne şehîd in û tew rasterast ciyê wan cehneme ye. Ma law heywanê ku her tiştê wî heram be, çawa kare bibe sedema şehadetê oxlim, ma ker jî bi vê bawer dibin yaw“ û fitûya Şêx Abdul Muhsin Abîkan ji berazan re wek heqaretek mezin qebûl dike.
Ez serê ne neêşînim, şerê di navbera berazan û Erebên bêderpî de berdewam e. Wê kî tirrê ji kê berde emê di pêşerojê de bibînin wesselam…
Herin ku pêde dirîn
Abdullah El Kurdî- 04/09/09-Mekke- Kurmê şîrî heta pîrî ye gelî xwendevanan. Hinek insan û millet hene, hûn wan di ava zemzem de jî bişon, pak nabin û dev ji adet û toreyên xwe yên xirab bernadin. Meselen hinek ji Tirkan.
Tirkên ku diçin tewafa hecê dikin, qaşo dixwazin xwe ji guneh û zinêkarîyên xwe dawşînin û bibin insan. Lê di rastîya xwe de çûna hecê ji wan re “hem ziyaret û hem ticaret” e û dixwazin pê insanan û xwedêteala jî bixapînin.
Mesela me li ser devjêneberdana adet û toreyên wan bû. Tirk herin ku, herin bihuştê jî (ku zebanîyên Kurd li devê derî sekinîne û wan bernadin hundur) wan adetên xwe yên pîs bi xwe re dibin û wêderê diherimînin, pêde dirîn. Meselen çiyayê Hîra û şikefta ku qurana pîroz lê daketiye.
Çiyayê Hîra û şikefta ku qurana
pîroz ji pêxember re daketiye, ji bo misilmanan
ciyekî pîroz û bimbarek e. Lê Tirk çi ji pîrozî û bimbarekîyê fêhm dikin canim,
ji wan re her der axur û hola gokê ye. Ne hurmetê ji kesên pîroz re digrin û ne
jî ji tişt û cih û warên pîroz re.
Axir, qûnekekî Tirk “Oflu Yunus” çûye di hundurê wê şikefta ku quran lê daketiye, navê xwe nivîsandiye û kerîtîya xwe nîşanî dinya û alemê daye. Çiyayê Hîra, şikefta pîroz û Oflu Yunus kuro!
Îcar hûnê çi navî li van mexlûqatan bikin gelî misilmanan?
Bawer bikin, heger rojekê di hundurê kabeyê de “Ne mutlu virqim dîyene” binivîsin û têde bimîzin jî, qet ecêbmayî nemînin.
Çawa be misilmantî ji wan re lîztika zaroka ye, Mekke û Medîne jî bêndera garana gund e.....
|
Berazan qûş li Ereban qetand
Abdullah El Kurdî- 11/08/09-Erebistan- Vîrûsa berazan li seranserê cîhanê belav bûye û malik li xelkê biriye mîratê. A xweş ev e ku Erebên bêderpî jî ketine ber lotikên berazan û qûş li wan qetiyaye.
Li ser bextê Komela Berazên Dinyayê be, dibêjin Serokê Komela Berazên Dinyayê Berazê Pozmezin, di civîna berazan de destê xwe li masê xistiye û gotiye:“Gelî berazan, brano, ev zêdeyî hezar salî ye ku Erebên bêderpî goştê me li xelkê heram kiriye û em li ber çavê alema îslamê kirine wek tenîya binê beroşê. Ji ber vê sedemê, divê em vîrûsa xwe bişînin nav Ereban û qûnê li wan biqetînin. Di serî de jî emê êrîşî Siûdî Erebîstanê bikin û wan 30-40 milyon dolarên ku her sal ji ber tewafa hecê qezenc dikin, ji ser wan bibirrin. De yella, Îsa û Mûsa li pişta web e rebbî, êrîîîîşşşşşşşşşşş!“ û vîrûsa xwe şandine Siûdî Erebistanê, Mekke û Medînê.
Werhasil, dibêjin piştî ku berazan bi vîrûsa xwe êrîşî Ereban kiriye, heta niha 10 kes bi vîrûsa wan mirine û bûye vîjevîja qûna wan. Ji ber sedema vê vîrûsê jî, gellek dewletên misilman çûna hecê li hemwelatîyên xwe qedexe kirine û ketine tirsa lotikên berazan.
Ez serê we neêşînim, li gora ku malpera Al Arabîye dibêje, Erebên zikmezin ji tirsa vîrûsa berazan hew wêrin derkevin der û ji paxila jinên xwe dernakevin. Hetta ji ber vê tirsa bê derman narin mizgeftan jî û derî û şibakan (penceran-kulekan) li xwe digrin û çendek ji wan jî ji bêhna tirr û fisan wek mirîşkan gêj û sewsî bûne.
Li ser vê sosretê, min li ser navê komîta Lotikxanê ya dewletên Erebî peyamek ji Serokê Komela Berazên Dinyayê birêz Berazê Pozmezin re şand û got:
“Kuro beraz kurê berazan, law binere bela xwe di me Kurdan de nedin ha oxlim. Em Kurdên li dewletên Erebî ne dijminê we berazan e, em aştîxwaz û berazparêz in cîgerim“ û bala wî kişand.
Piştî peyama me, Berazê Pozmezin bersiva me da, kêfa xwe ji me re anî û got:“Metirsin oxlim metirsin. Ji xwe bapîrên me û bapîrên Kurdan di dema Împaratorîya Medya de destebirakên hev bûn, em Kurdan wek meriv û xwedîyên xwe dibînin. Ji xwe Kurd jî bindest in û em beraz jî bindest û bêmecal in. Ji ber vê, em tucarî bela xwe di Kurdan de nadin û tirrê ji wan bernadin“ û soz û bext da me.
Îcar Kurdino, birêz Berazê Pozmezin bi sê telaqan sûnd xwariye ku vîrûsa xwe neşînin nav Kurdan û xwe nêzîkî Kurdan nekin. Ji ber vê jî ji vîrûsa berazan metirsin û xwe di malên xwe de veneşêrin û hûn sax…..
|
Ereb,qûnektî,oralseks û lotikên Vedad Lutah xanim
Abdullah El Kurdî- 27/07/09- Dubaî- Wek aqilmend û şêwirmendên Lotikxanê, me tim digot ku haşa min hizûr “Ereb qûnek in” lê mixabin kesî bawer nedikir. Ê helbet canim, dîtin û kirin nabin wek hev. Heya mero bi çavê serê xwe nebîne meriv bawer nake.
Werhasil, em bêjin we ji me bawer nekir, ma hûn ji pisporên Ereban bi xwe jî bawer nakin cîgerlerim? Aha kerem bikin ji we re delîl û îspatek qirase.
Li Yekîtîya Emîratên Erebî jina bi navê Vedad Lutah, di rojhilata navîn û bi taubet jî di nav dewletên Erebî de pirtûka herî bi cesaret nivîsand û qûn li zilamên Ereb qetand.
Lutah, di pirtûka xwe ya nuh de balê dikşîne ser nezanîna orgazma (pêxweşhatina seksî, verşandina organên seksê lo, wîî) jinên Ereb û qûnektîya zilamên Ereb.
Xanim Lutah, di dadgeha Dubaî de wek şêwirmenda malbatê xebitîye û di nava wan heşt salên xebata xwe de rastî gellek serpêhatîyan hatiye. Bi taybet bi xêra pirtîka wê ya bi navê “Ji bo jin û mêr rehbera seksê” gellek jinên Ereb piştî temenek dirêj bi zanîn û xweşîya orgazmê hisiyane û tamek ji lotik û zîtirkan kirine. Meselen Lutah xanim wek nimûne dibêje: “Muwekkîlek min a 52 salî, cara yekem di 52 salîya xwe de bi xweşîya orgazmê hisiya û girêza wê herikî. Heta 52 salîya xwe jî nizanîbû bê orgazm çi quzilqurt e” filan û fîstan.
Werhasil, mesela me li ser qûnektîya zilamên Ereb bû.
Vedad Lutah xanima çarçefkirî,
qûnektîya zilamên Ereb disediqîne û heq dide Lotikxanê. Mijarek giring ji
mijarên pirtûka wê li ser seksa paş, ango li ser qûnektîyê ye.
De binerin bê Lutah xanim a 45 salî di pirtûka xwe de çi dibêje. Dibêje:
“Li Siûdî Erebistanê û piranîya welatên Erebî, cudaxwazîyek hişk a cinsî heye. Piranîya zilamên Ereb tecrubeya xwe ya seksê bi zilaman re dest pê dikin. Ev jî dibe sedema pêşdeçûna homoseksualîteyê (qûnektîyê) û ji ber vê jî di dema zewacê de pirsgirêkên mezin di navbera jin û mêran de derdikevin. Ji ber ku zilam bi qûnektîyê dest bi seksê kiriye û tiştekî din nizane, heman tiştî ji jina xwe jî dixwaze (dixwaze jina wî ji paşde bide wî) û ev jî bandorek neyînî li ser zewaca wan dike. Heta di dibistanan de dersa seksê neyê dan û zarok hînî zanyarîya seksê nebin, xuyaye wê ev rewş wilo bidome” filan û fîstan.
Lutah xanim “Quranxwendî” ye û çavkanîyên xwe dispêre ayetên Quranê. Balkêş e ku li gora Lutah xanim qûnektî di Quranê de qedexe ye lê “oralsex” ne qedexe ye. Xanimê dibêje:”Ez bi serê Ebûbekir kim, di îslamê de “oralseks” (seksa bi devkî-mijtin, alastin) ne qedexe ye”. Hella hellaaaaa ya siphan ellaa!
Yaw Lutah xanima germik û nermik, çima di Quranê de “qûnektî” heram e lê mijtina navşeq ne heram e keçko? Ha te ji paşde xist xwe û ha te xist devê xwe, ma ferq çiye heyatim?
Yahewlelwela qiwetille billehil ezîm, evê porkurê ez îro kufir kirim ha, wîî! Îcar di Quranê de qûnektî heram e lê mijtin û alastin helal e kuro, ma ev bû law?
Ez serê we neêşînim, Vedad Lutah xanimê halîhazir qûş li zilamên Ereb qetandiye. Hinek mislimanên rîhmetro û zikreş wê tehdît dikin û wê wek “şeytanperest” binav dikin. Û hinek Erebên radîkal jî lotikên wê destek dikin û pesnê wê didin.
Lê ez tenê tiştekî zanim ku ew jî ev e cîgerlerim:
Ereb qûnperest in, xelas!
|
Çima Kurd festîwala keran çênakin?
Abdullah El Kurdî- 30/06/09- Erebistan- Xerîb e, em Kurd qet bi qedrê kerên xwe nizanin. Halbûkî kerên Kurdistanê cefakar in, welatperwer in, şoreşger in û bargiranên şoreşa Kurdistanê ne.
Bawer bikin di tekoşîna azadîya gelê Kurd de rola kerên me mezin e. Erê em qedrê wan nizanin, wan wek bêaqil û gêj binav dikin jî, lê piranîya çek û sîlehên ku di şoreşa çekdarî de hatine bikaranîn, bi xêra ker, qantir û bergîlên Kurdistanê gihane destê şerkir, pêşmerge û gerîllayên Kurd.
Werhasil, mesela me li ser festîwala kerên Marokoyê bû.
De ji xwe re binerin yaw, ew Erebên ku hîna xwarinê bi dest û lingan dixwin, ew Erebên ku barşewal û bêderpî digerin, radibin li Maroko festîwala keran çêdikin û kerên herî zîrek û xurt hildibijêrin, wan xelat dikin. Ker û festîwal ha! Hem jî kerên Ereban kuro!
Îcar gelî xwendevanan, ku niha kerên Kurdistanê serî hildin, doza maf û azadîya xwe bikin û bêjin:
“Min di we kirinooooooo, law ma kerên Ereb ji me kerên Kurd çêtirin qerdeşim ha? Me bi salan xizmeta şoreşê kir û çek û sîleh barkirin çiyayên herî bilind. Me bi salan kurtan li xwe kir û hûn li xwe siwar kirin. We bi sedê salan em kirin ker û wek bêaqil em xelat kirin. We komeleyek keran jî ji me re danemezirand. Law ma em kerên Kurdistanê ne mexlûqatên xwedê ne cîgerim? Ma em ji Eyşika Ereb in oxliiimmmmmmm!?“ û me bidin ber lotik û zîtirkan, emê çi bersivê bidin kerên xwe hê?
Yaw bi sê telaqan em neheqîyê li kerên xwe dikin lo, wîî! Yanî niha em jî rabin ji kerên xwe re „Festîwala Kerên Kurdistanê“ li dar xin, yan em „Federasyona Kerên Kurdistanê“ damezrînin, yan em kerên xwe bikin „Namzetên Xelata Nobelê“ ne heqê wan e?
Axir, em di mesela keran de ji Erebên qûnreş jî paşdetir mane wesselam. Lê yabo ev jî heye ha, emê festîwala kîjan keran çêkin? Ker hene û zirker hene wî!
Hûn dev ji keran berdin, di nav me Kurdan de ewqas ker û zirkerên ku dijminatîya qewmê xwe dikin hene ku, ne festîwal têra wan dikin û ne konserên navnetewî ellawekîl. Îcar a baş em zêde mesela keran tev nedin û hûn sax……
|
Demokrasîya xwedê
Abdullah El Kurdî- 31/05/09- Erebistan- Bismillahirrehmanirrehîm. Li ser bextê Melkemot, Cebraîl, Mîkaîl û fitne û fesadên cehnemê be, dibêjin bêhna xwedêteala 500 salî fireh e. Yanî, heta 500 salî jî dengê xwe nake û bêhna xwe fireh dike. Lê ku bi ser 500î ket, çav di serî de sor dibin û li mirovan tê xezebê.
Werhasil, îcar ji ber vê bêhnfirehîya xwedêteala, bi taybet Erebên qûnreş bê tirs li ser navê xwedê kiryarên nemirovane dikin û kerê min bera ser nizanim çiyî xwe didin.
Hinek qûnek li ser navê xwedê „Partîya Xwedê“ ava dikin. Hinek dolheram li ser navê xwedê „Pêşmergeyên Xwedê“ ava dikin. Hinek dêqehp li ser navê xwedê rêxistinên wek „Şêrên Xwedê“ ava dikin. Hinek zinêkar li ser navê xwedê û pêxember bi zarokên 1-9 salî re dizewicin. Hinek kurên kerê li ser navê xwedê „Şûrê Şerîetê“ dikşînin û serê mirovan jêdikin. Hinek pûşt li ser navê xwedê di mizgeftan de bombeyan diteqînin.
Bi kurt û Kurmancî, ev Erebên qûnreş xwe wek berdevk û nûnerên xwedê dibînin û haşa xwedêteala li ser navê xwe tapo kirine.
De îcar binerin bê heywan jî li ser navê xwedê vê zilm û barbarîyê dikin.
Li Siûdî Erbistana bêderpî, kesê bi navê Ahmet Enzî serê wî bi şûr hat jêkirin û rebeno di navbera bihuşt û cehnemê de winda bû. Ji ber ku serê wî hatiye jêkirin, niha li ser pira selatê asê maye û hew ber xwe dibîne. Nizane wê çawa biçe bihuştê yan cehnemê. Ji ber ku bê serî ye û ber xwe nabîne, xwe hişk bi şerîta pira selatê girtiye û dike hawar.
Axir, li Siûdî Erebistana kafir di nava salekê de serê 38 kesan hatiye jêkirin û bi navê demokrasîya xwedê barbarîyek nemirovane tê meşandin.
Wek me li jor got, dibêjin bêhna xwedê 500 salî fireh e. Ji ber vê jî, ev qûnekên Erebên bêderpî ji xwedê natirsin û desthilatdarîya xwe zalimane dikin.
Îcar piştî 500 salî wê xwedê li van Erebên qûnreş bê xezebê yan neyê ez nizanim. Lê ez wek îmana xwe zanim ku serjêkirin ne karê insana ye û ji xwe insanetîya Ereban jî di şik û gumanê de ye wesselam---
|
Jinên Kuweytî lotikek li zikmezinan xist
Abdullah El Kurdî- 29/05/09-Kuweyt- Wek hûn zanin, Kuweyt şerîetparêz e û jinên Kuweytî jî di çavên zilamên wan yên zikmezin û bêderpî de bê qedr û qîmet in. Ev bêderpî û qûnreşên ku bi perên petrolê zikê xwe mezin dikin û ji hatina „tewafa Hecê“ salê zêdeyî 30 milyar dolar qezenc dikin, di vê hilbijartina dawîn de lotikek ji jinan xwarin û qûş li wan qetiya.
Werhasil, di hilbijartina berî çend rojan de 4 jinên Kuweytî ketin parlamentoyê û dan bin dûvên şaşikmezinên Ereb. Ev cara yekem e ku jin bi hilbijartinê dikevin parlamentoyê û ev lotik wek lotikek şoreşgerî tê binavkirin.
Axir, Masume El Mubarek, Akademîsyen Asil El Awadhî, Aborîzan Rula Daştî û Selva El Cassar ketin meclîsê û her çar jin bi doxîna xwe sûnd dixwin ku ewê di meclîsê de tirrê ji wan zilamên qirase berdin û bi pêhn û lotikan zikê wan biteqînin.
De ji niha de xwedê xêra wan jinan qebûl bike û xwedê bikim ew her çar jin bibin melkemnotên serê wan zikmezin û qûnreşên Ereb rebbî…..
|
Reşo qûş li Şîeyan qetand
Abdullah El Kurdî- 26/05/09- Mekke- Dibêjin: “Mêvan ji mêvan aciz e, mazûrvan ji herduwan aciz e”. Îcar ev jî mesela me û reşikê Efrîkî Şêx Adil Kilbanî ye.
Îmamê Mizgefta Mekkê Şêx Adil Kilbanî (law ma Efrîkî û şêxîtî?), di hevpeyvînekê de tirr ji Şîeyan berdaye û qûn li wan qetandiye. Kilbanî ji BBC re gotiye:”Her heşt jinên min ji min berdayî bin, ez kesekî wek misilman nabînim. Kesê ku rêzê ji Ebûbekir re negre kafir kurê kafira ye. Dibe çend kesên bi namûs di nav Şîeyan de hebin, lê bi sê telaqên bê fitû, melayên Şîeyan sedî sed kafir in” filan û fîstan.
De îcar lo, mêro ji Efrîkayê hatiye li Mekkê bûye şêx û virde wêde xelkê dike kafir, qawir û nizanim çi quzê kerê.
Ê oxlim, min di wê rîha te de rîto, Efrîkîyên te hê li ser mirîşkekê qirra hev tînin, li ser çêlekekê eşîr fermana hev radikin, ê de here berê wan biaqil bike ha, Reşo!
Îcar li ser bextê Nûrî Malikî be, dibêjin Şîeyên Iraqê fermana Şêx Adil Kilbanî rakirine û gotine:”Emê di kefenê wî û 101 bavê Reşo nin, hema we Reşo li ku girt kîr û gunê wî jêkin û darekî têxin qûna wî” û lê hatine xezebê.
Îcar Şêx Reşo kendî dikeve xefika Şîeyan ez jî nizanim. Lê ez sedî sed zanim go qûna wî duxre û hew....
|
Mêro telefon jî heram kir
Abdullah El Kurdî- 10/05/09-Riyad- Ev Erebên Siûdîyê hew zanin çi fitû û qanûnên bêîman derkin ku qûnê li insanan biqetînin ellawekîl. Hew we dît her serê çend rojan fitû û fetwayek ji nav şeqê xwe derxistin û bi navê şerîetê lotik li insanan xistin.
Dibêjin miftîyê Siûdî Erebistanê Şêx Abdulezîz (belkî neçûbe hecê jî ellawekîl) efendî, fetwayek daye û lotikek li keç û jinên ereb xistiye, kirasê wan li serê wan pêçaye. Şêxê bêderpî gotiye:“Bi sê telaqan, keç û jina ku telefonan bi kar bînin, rasterast berê xwe didin cehnemê. Wê qiraseyê zilaman bi wan telefonan keç û jinên me bixapînin, berê peyaman ji wan re bişînin, piştre doza hevdîtinê bikin, û piştre jî wê derpî ji wan bikin û namûsa me bikin pênc qirûşên xerabe“ filan û fîstan.
Ji ber vê tirsê jî, Şêxê qûnreş Şêx Abdulezîz efendî rabûye fetwa derxistiye û telefon li keç û jinan herimandiye. Û ew? Xwedê zane bê çend telefon di bêrîkên wî de ne, û dîsa xwedê zane bê rojê çend peyaman ji jinik minikan re dişîne û doza lotikan li wan dike.
Hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin, kesî ji we xêr ji van Erebên qûnreş û zikmezin dîtiye ka hûn nabêjin?
Ji bo xwedê li wêneyê Abdulazîz efendî binerin lo, law ma şêx wilo kirh û xwaromaro ne law?
|
Şêxê Ereb da bin dûvê Reşo
Abdûllah El Kurdî- 24/01/09- Riyad- Şêxê Ereb û serokê berê ê teşkîlata îxtîxbarata Siûdî Erebistanê Turki el Fayzal efendî, di rojnama Fînancîal Timesê de da bin dûvê Amerîkayê û guhê Barack Obama kişand.
Faysal beg lotikek li Reşo xist û di gotara xwe de got:“Law Reşo, binere oxlim, yan siyaseta xwe ya Israîl û Filistînê di ber çav re derbas bike, û yan jî emê hew karibin doxîna Erebên qûnreş bigrin. Heta niha me hefsarê Erebên xwe girt û nehişt ew serî li ber Amerîka û Israîlê rakin, lê êdî bes e! Yan wek zilaman vê quzilqurta Israîl û Filistînê çareser bike, û yan jî hay ji doxîna xwe hebe“ filan û fîstan.
Axir, Reşoyê me bi a Faysal efendî dike nake nizanim, lê ez zanim ku Reşo lotika pêşî ji Erebên qûnreş xwar ellawekîl..
|
Bajo xalê Hesen bajoooooo!
Abdûllah El Kurdî- 04/01/09- Urdun- Xwedê û pêxember ji xalê me Hesen Bîn Telal razî be. Dibêjin Hesen Bîn Telal, mamê Şahê Urdunê Abdûllah, di televizyona El Cezîre de çend lotikên xweş avêtine û serê Ereban xistiye qûna bavê wan.
Xalê me Hesen mesele anîye ser pirsgirêke Filistîn û dewletbûna wê û ji Ereban re gotiye:”Min di we kirino, hûn ji Filistînê re dewletbûnê dixwazin lê ji Kurdan re naxwazin ha, ma ev edalet e oxlim” û Ereb paşûpê li kerê siwar kirine.
Xalê me Hesen Bîn Telal gotiye:”Heger em bixwazin ji Filistînîyên qûnreş re dewletek serbixwe damezrînin, nabe em ji Kurdan re jî nexwazin. Yan hero yan mero, yan Kurd jî dibin dewlet û yan jî divê em dev ji serxwebûna Filistînê berdin qerdeşim. Durûtî ne karê zilama ye” filan û fîstan.
Axir, bila hezar Kurdên qûnalêsên Tirk bi qurbana ferek gunikê xalê me Hesen Bîn Telal bin rebbî!
|
Kurdbûn ji hinekan re şeref û ji hinekan re bêşerefî ye
Abdullah El Kurdî- 26/12/08-Libnan- Kurdbûn û barê Kurdayetîyê ne karê her kurê bava ye. Hinek hene bi Kurdbûna xwe serbilind in, pê şerefek mezin dibînin û Kurdayetî ji bo wan payebilindîyek mezin e. Lê hinek jî hene erê Kurd in, lê Kurdbûn û Kurdayetî ji wan re wek pîvazek xerabe ye, bîhna gennî jê tê û ji Kurdbûna xwe şerm dikin. Yan jî, mejiyê wan bi ramanên enternasyonalîzma vala dagirtî ye û qaşo Kurdayetîyê li ber biratîya gel û hevkarîya milletan de wek astengek netewperestî û kevneperestî dibînin.
Heger hûn bala xwe bidinê, ji serokdewletan bigrin heta bi serokên gellek partî û dezgehên hinek welatan bi eslê xwe Kurd in. Meselen malbata Alîyev ê Azerbaycanê. Kurd in lê dilê wan li ser Kurdayetîyê naêşe. Gellek ji alim, textor, siyasetmedar û oldarên naskirî yên dewletên Rojhilata navîn Kurd in. Lê qewmîyetîyê, Kurdayetîyê nakin û qûna xelkê dalêsin. Li kadirên gellek ji rêxistinên Libnan, Tirkiye, Sûrî, Îran û Iraqê binerin, bi eslê xwe Kurd in. Tew ji xwe ji sedî 95 kadir û bingeha rêxistinên çepên Tirkiyê Kurd in, Kurdên Elewî û piranî jî ji herêma Dêrsim, Ezircan, Qers, Sêwas, Maraş û Meletê ne. Lê dev ji Kurdayetîyê berdane û bi navê çepîtîyê qûna Tirkan dalêsin.
Welhasil, mesela me li ser qunikreşê Kurd Welîd Canbolat bû. Malbata Welîd Canbolat hê di dema Osmanî de, di sedsala 17an de li Libnanê bi cîh bûne û bi eslê xwe ji bakurê Kurdistanê ne. Lê piştî derbasbûna wextek dirêj, wek gellek ji Kurdan, her ku çûye Kurdî û Kurdayetîya xwe ji bîr kirine lê zanin ku esl û binyata wan Kurd in, û hê jî di quncikek dilê wan de rehek Kurdbûnê dijene.
Dibêjin Welîd Canpolat di hevpeyvînek xwe de behsa Kurd û Kurdistanê kiriye û dîtinên xwe anîne zimên. Welîdê me dixwaze biçe serdana başûrê Kurdistanê lê dewleta Sûrî rê nade ew di ser Sûrî re bifire Kurdistanê. Radibe ji Tirkiyê destûrê dixwaze ku rê bidin wî da ku here başûrê Kurdistanê û welatê xwe bibîne. Dewleta Tirk destûrê dide nade nizanim, lê em wek Lotikxane ezmanê xwe jê re vedikin û dibêjin: „Were bi balafira xwe di ser ezmanê Lotikxanê re bifire Kurdistanê“ exûyî.
Henek li alîyekî, lê gotina ku herî zêde bala me kişand ev e ku Welîd Canpolat dibêje:“Ji bo min şeref e ku ez bi binyata xwe Kurd im“.
Îcar ka bifikirin gelî lotikvanan, gelo piranîya serok, kadir, nivîskar û rewşenbîrên me wê şerefê layiqî xwe dibînin ku bêjin „Kurdbûn ji bo me şeref e“ hûn bi qedrê xwedê kin?
Serok û zîtirkvanên ku qaşo li ser navê Kurdan kabên xwe davêjin, yan wê dêya xwe bikin Tirk, yan wê bi navê biratîyek sexte Kurdan ji rê derxin, yan wê bi navê biratîya ola îslamê serê Kurdan çelqo-belqo bikin, yan wê di xizmeta hêzên dewletê de bin, yan wê bi nejiyê dewletên serdest li doza Kurdî binerin û yan jî wê Kurdbûn û Kurdayetîyê wek „netewperestî, kevneperestî û hetta wek îxanetê“ bibînin.
Îcar li gora we kî ji wan bi şeref e?
Welîd Canpolatê ku bûye Ereb lê hîna jî Kurdbûnê ji xwe re wek şerefekê dibîne, yan Kurdên ku qaşo bi navê Kurdayetîyê tirrê ji Kurdan berdidin û serê wan li hêt û dîwaran dixin?
|
Çi mal di bin wê alê de heye, pekkkkk!
Abdullah El Kurdî- 19/12/08-Misir- Tirk ewqas xwedî kompleks û kêmşexsîyetin ku di destê wan de tenê ala wan maye. Gerçî helal be ji wan re, mêrikan ewqasî netewperest û hevdûgir in ku meriv ji wan diheside û dibêje “xwezî em Kurd jî wek wan netewperest bûna, me ji hev hez bikira”.
Welhasil, ala Tirkan di bêrîka her Tirkekî de heye. Hetta gava diçin avdestxanê dirîn jî, ala xwe dadiliqînin û ji kêfa ala xwe re dengê tirr û fissên wan di ezmanê heftan re derdikevin.
Li ser bextê Erebên bajarê Qahîrê be, dibêjin balyozxana Tirkiyê a Misrê defîleyek li dar xistiye û mankenên germik û nermik derxistiye pêşberî mêvanan. Îcar mankenên wan jî mankenin haaaa, bi namûs rojê sê danan yekî bera ser xwe didin û qûn li wan qetyaye. Hem jî vê zinêkarîyê bi navê “eşqê” dikin û qaşo navê gan û gonxwarinê jî kirine “eşq”.
Axir, di defîlê de herî zêde mankena ku kirasê bi ala Tirko li xwe kiriye bala mêvanan kişandiye.
Dîsa li ser bextê Erebekî qûnreş be, dibêjin Erebekî ku beşdarî defîlê bûye, gava çav li kirasê sor û mankêna bedew kiriye, hema xiyarê wî serê xwe hildaye û gotiye “selamunaleykum exûyî”. Xiyarê wî ewqasî bi kirasê sor û ala Tirkan har bûye ku mêrik bi zor û heft bela serê wî bi destmal û egala serê xwe girêdaye û hefsarê wî girtiye.
Piştî ku defîle xelas bûye, ê Ereb bi lez berê xwe daye malê, jina xwe gevizandiye û gotiye:”Hirrrrrrrrr, ma çi alek xweşik, kirasek sor û seksî bû pekkkkk..Hema bila min di wî kirasê sor û xwedîya wê kuta û bila şorba nîskê li min û bavê min heram ba û hew, ax gidîîîîîîîî” û kerbê ala Tirko û kirasê sor di serê rebena jina xwe re derxistiye.
Îcar tew go ew mankêna bi kirasê sor bi destê Kurdekî wek min har biketa, pekkkkk bê minê çi lotikên bêîman li wê xistina wey liminnnnnn...
Bi dîn û îman, minê bikira go mankêna Tirk bigota “Ê de lêxe Kurdo lêxeeeeee, bila ala me bi qurbana lotikên te bin rebbî, eşqim” û namûsa xwe û ala xwe banîya pîvazekê.
Lê ka ew roj kaaaaaa....!
|
Bi kerekî re bizewicin û bi Erebekî re nezewicin
Abdullah El Kurdî- 11/12/08-Cidde- Li cem van Erebên qûnbigû qîmetê jinê wek pîvazek xerabe ye. Çawa be petrola wan pir e, zikê wan mezin e û hema bêjin karin her roj jinekê bînin û yekê berdin. Ji xwe dibêjin bêrîkên wan tije kevir û zuxur in. Hema go ji jina xwe aciz bûn, sê telaqên wê dixin destên wê û berê wê didin malbavana.
Xanima ji Fasê Rajaa Hoûlla a 29 salî piştî vegerîya mala xwe a li bajarê Ciddê, polîsan girt ser malê û jê re gotin:“De zû bicehime, mêrê te te berdaye“.
Rebenê behitî ma, hêsrên xwe barandin û got:“Kengî mêrê min ez berdame? Haya min jê tune, ma berdan wilo rehet e qûnekno“ û bersiva polîsan da. Lêhasil gihabû Mûsilê û yekî polîs jê re got.“Wille yadê nizanim, telaqên me zilamên Siûûdîyê di bêrîka me de ne. Hema kengî em aciz bûn, em wan telaqan ji bêrîka xwe derdixin, davêjin û hevdu berdidin. Îcar mêrê te jî sê kevir ji bêrîka xwe derxistine, avêtine û qûş li te qetandiye. Zû terka malê bike û bicehime“ filan û fîstan.
Îcar hay ji xwe û zewaca bi Erebên bêderpî re hebin qerdeşim. Bi namûs bêrîkên wan tije kevir û telaq in. Hema go kevir ji bêrîka xwe derxistin û gotin „Ev telaqek, dudo, sisê“ bizanin go tirr ji we hatiye berdan û hûn sax!
Bi kerekî re bizewicin û bi Erebekî re nezewicin. Ji min gotin…